Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Alîkarê Wezîrê Derve yê Çînê gihîşt Hewlêrê

Hewlêr – Alîkarê Wezîrê Derve yê Çînê, Leo Jîn Mîn gihîşt Paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Çînê, Leo Jîn Mîn gihîşt Hewlêrê.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Kurdistanê, Felah Mistefa ku pêşwaziya wî rayedarê çînî kir, ji Rûdawê re got, alîkarê Wezîrê Derve yê Çînê dê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike.

Tê gotin Çîn dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke ji ber wê jî alîkarê Wezîrê Derve yê wî welatî dê sibê tevlî merasîma vekirina konsulxaneyê bibe.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button