Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Alîkarê Barzanî mizginiya serkeftinê di şerê Kerkûkê de da

Hewlêr – Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê, Kosret Resûl Elî ragihand, di şerê du rojên borî yên li Kerkûkê de hêzên Pêşmerge li hember DAIŞê serkeftin bidest xistin û wiha got: “Bila dujmin baş bizanin ku eger nêzîkî Kerkûkê bibin agirê Babagurgur dê wan bişewitîne!”

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê, Kosret Resûl Elî îro di peyamekê de ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û gelê Kurdistanê ragihand, Pêşmerge di şerê Kerkûkê de serkeftin bidest xistiye û pêşde jî çûye.

Kosret Resûl Elî di peyama xwe de mizginiya serkeftinê daye û wiha gotiye: “Ez hez dikim mizginiya serkeftina Pêşmerge di şerê du rojên borî yê li dijî terorîstên DAIŞê de bidim we. Ev serkeftin bi xwîna gellek fermande û pêşmergeyên qehreman hat tomarkirin.”

Alîkarê Barzanî bi tundî hişyarî daye dujminan û wiha aniye ziman: “Kerkûk pariyeke wisa hêsan nîne, dema dujmin bixwazin wê bixwin dê wan bixeniqîne. Divê dujmin baş bizanin ku eger nêzîkî Kerkûkê bibin agirê gurr ê Babagurgur dê wan bişewitîne.”

Di dawiyê de jî Kosret Resûl Elî wiha gotiye: “Em parastina xaka Kurdistanê erka xwe dibînin. Kurdistanê ne cihê terorîst û pêçermokan e.”

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button