Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Ala Kurdistanê li ser avahiyên Hikûmî yên Kerkûkê bilind dibe

Yekîtî Media 16/3/2017

Parêzgeha Kerkûkê daxwaza bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî yên bajêr dike.

Bi boneya nêzîkbûna cejna Newrozê, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi fermî daxwaz ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir, biryarekê derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî yên bajêr bikin.

Parêzgarê Kerkûkê tekezî li ser wê yekê kiriye, Kerkûk yek ji cihên nakok e û madaya 140 ya destûra Iraqê li xwe digire.

Kerkûk yek ji bajarên Kurdistanê ye, ku bi dirêjahiya dîroka gelê Kurd qurbanî di ber de dane û xelkê bajêr jî ji ber Kurdbûna xwe di serdema Beis de gelek qurbanî dan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button