Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Ahmet Turk: Divê hesreta Kurdan a dewletbûnê were bicihanîn

Yekîtî Media 24/6/2017

Ahmet Turk derbarê biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê berisva pirsên Peyamakurd da û got: “Kurd li Rojhilata Navîn xelkekî gelekî girîng in. Şertê dewletbûna Kurdistanê çêbûye û divê hesreta kurdan a dewletbûnê were bicihanîn.

Ahmet Turk di berdewamiya axaftina xwe ya pirsên Peyamakurd de got: “Kurd li Rojhilata Navîn xelkekî xwedî aktor û gelekî girîng in. Bi 40 milyon nifûsa xwe piştî nifûsa ereb civak û xelkê herî girîng e. Lê mixabin ji demên dirêj ve nebûye xwediyê statûyekê û li hemû coxrafiya ku lê jiyane rastî înkar û asîmîlasyonê hatine.”

Turk di dirêjiya axaftina xwe de got: “Lê li Başûrê Kurdistanê hinek şert û merc ji bo referandumê û dewletbûnê derket holê û niha musaîd e. Rêvebiriya Kurdistanê ev şert ji xwe re çêkirin û niha ber bi referandumekê ve diçe. Helbet mafê kurdan e dewletbûn, wekî her gelî mafê wan e ku bibin xwedan dewlet. Lê dema ku ev biryar were dayîn divê danûstandineke baş were kirin. Yanî divê bi partî, rêxistinên sivîl, akademîsyen, zanîngeh û hemû derdorên Kurdistanê re hisabê kar û zirara wê bike.”

Peyama Kurd – Bas

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button