Break newsNûçeslide

Agir bi nanxaneya Alî ya Serê Kaniyê ket

Yekîtî Media 16/8/2017

Doh sêşemê, di dema piştî nîvro de, agir bi nanxaneya Alî ya Serê Kaniyê ket û di encamê de ziyanên aborî mezin têde çêbûn.

Jêderekî taybet ji hundirê nanxaneya Alî ji Yekîtî Media re ragihand, ku agir bi sedema sutemeniyê bû ku jiber boryan çû û di encamê de agir bi mala agir ket, herweha eşkerekir ku ziyanên mezin di odeya xemîra ya girêdayî xeta yekê de çêbû, herweha agir beşek ji toreya karebê ya nanxaneyê xerakir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button