Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li serdema Trump Pêşbînî heye bandora Amerîka li ser cîhanê zêdetir bibe

Yekîtî Media 22/1/2017

Li Amerîkayê serdema Donald Trump destpê kir. Akademsîyen û çavdêrên siyasî radigihînin ku gotarên Trump ên ku wekî Îslamofobî tên fêmkirin û behsên wî yên li ser berevaniyên penaberî û misilmanan bûne egera metirsî û siyaseteke ku nayê pêşbînîkirin.

Rêvebira Navenda Lêkolînên Nû yên Li Rojhilata Navîn YORSAM’ê Turkan Gorler, bal kişand ku Danold Trump, bi gotarên erênî dest bikar kiriye, lê gotar û sozên xwe yên berê jî înkar û red nake. Gorler anî ziman ku Trump piştî sondxwarinê gotarên xwe nerm kirine lê hîn jî nediyarî di polîtiqayên ku bimeşînin de hene.

Seroka YORSAMê’Turkan Gorler dibêje : “Piştî ku Trump bû serokê Emerikayê, gotarên xwe jî piçek bi wî postê xwe re guherand û nerm kir. Bi taybetî gotinên wî yên ku rêvebirî ji Waşîngtonê hatiye wergirtin û bo gel hatiye veguhestin, girîng dibînim. Ew rexnekirinek bû ku beriya niha Emerîka ji aliyê beşekê ve dihat birêvebirin. Lê gotarên wî yên ku îslam û terorê wekî hev nîşan didin jî pirs û gumanan jê dihêlin.”

Akademîsyenê Zanîngeha Dicleyê Hakan Samûr jî ragihand ku plansaziyên Donald Trump yên rêvebirî û aboriyê, hem ji aliyê Emerîkayiyan ve hem jî ji aliyê cîhanê ve bi mereqdarî tê çaverêkirin.

Samûr got jî: “Di serdemên hilbijartinan de gelek gotarên radîkal bikaranîn û welatiyên Emerîkayê jî piştgirî danê. Gelo Trump dê çiqas bi wan gotaran re hevheng siyasetê bike? Cihan jî meraq dike. Lê ew gotarên wî ji aliyê piraniya Emerîkayê ve piştgiriyê dîtibe jî nerazîbûnên navxweyî û Cîhanê hene. Bi raya min siyaseta Amerîkayê xwedî bingehek e û nebawerim ku Trump wan gotaran pêkbîne.”

Navboriyan dan zanîn ku gotarên Trump yên li ser aboriyê dibe krîzekî nû li cîhanê peyda bike. Pêşbînî jî kirin ku Emerîka dê di siyaseta navxweyî de hûr bibe, lê bi hevpemanên heremî jî dê bandora xwe li ser cîhanê zêdetir bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button