Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mesrûr Barzanî ji Amerîka daxwaz dike piştevaniya Pêşmergeyên Roj bike

Yekîtî Media 19/1/2017

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji berpirsên Amerîkî kir ku, piştevaniya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bike.

Rojnameya “New York Times” ragihand, îdareya Obama rûbirûyî pirsgirêkekê bûye, yan rasterast piştevaniya Pêşemergeyên Rojava bike, yan biryara vê pirsê ji îdareya Donald Trump re bihêle.

Di raporta “New York Times” de hatiye, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî di dema serdana xwe bo Amerîka ya berî mehekê de, ji îdareya Serokê Amerîka Barak Obama xwest, ku piştevaniya Pêşmergeyên Rojava bike, ji ber ew hêz dikare bibe pireyek di navbera aliyên siyasî li Sûriyê de û dikare bibe sedema aramiya navçeyê.

Barzanî got, Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê hêzeke perwerdekirî ye û dikare roleke mezin di rûbirûbûna DAIŞê de bibîne.

Hêza Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin, hejmara wê zêdetirî 3 hezar û 300 Pêşmerge ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button