Break newsNûçeslide

728 çekdarên opozîsyonê xwe radestî Rêjîmê kirine

Yekîtî Media 12/12/2016

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragehand ku, di heyama 24 demijmêrên borî de 728 çekdarên Opozîsyona Sûriyê li bajarê Helebê xwe radestî rejîmê wî welatî kirine.

Derbarê vê yekê Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir têde tekez kir ku, di heyama 24 demijmêrên borî de 728 çekdarên Opozîsyona Sûriyê li gel çekên xwe li bajarê Helebê xwe radestî rêjîma wî welatî kirine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê 13 hezar û 45 welatiyên sivîl jî ji taxên Rojhelatê Helebê reviyane û ber bi navçeyên rejîmê ve çûne.

Ji aliyê xwe Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand ku, Artêşa Sûriyê taxa Şêx Seîd li rojhelatê Helebê kontirolkir û bi vê yekê heta niha 90 ji sedî taxên Helebê kontirol kiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button