Break newsNûçeslide

3 dewletên mezin hêzeke profeşînal ji Kurdistanê re ava dikin

Yekîtî Media 7/5/2017

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkarîya tîmeke şareza û pispor ên ji wezaretên berevaniyê yên her sê dewletên Amerîka, Brîtaniya û Almanyayê, di warê encamdana çaksaziyan li Wezareta Pêşmerge gavên cidî diavêje û biryar e her 3 dewlet hêzeke profeşînal a leşkerî ji Kurdistanê re ava bikin.

Îro yekşembî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tîmeke pispor û şarezayên leşkerî yên ji wezaretên berevaniyê yên her sê deweltên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê civînek li dor bihêzkirina Hêza Pêşmerge û avakirina hêzeke profesyonel a Pêşmerge civiya.

Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wekîlê Wezîrê Pêşmerge û berpirs û fermandarên Wezareta Pêşmerge amade bûn.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, di civînê de, wê tîma navdewletî ya ku ji wezaretên berevaniyê yên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê pêk tê, rapora xwe ya ji bona avakirina hêzeke xurt, profesyonel û organîzekirî ya Pêşmerge pêşkêşî berpirsên Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha hatiye ragihandin, ku rapora şareza û pisporên serbazî yên her 3 dewletan ji 35 xalan pêk tê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di axavtinekê de, ji bona hevkarî û alîkaiyên berdewam berê û niha ji bo herêma Kurdistanê, spasiya welatên hevpeymanan kir û got ku piştî sala 2003ê Herêma Kurdistanê zêdetir giraniya xwe dabû ser avedankirina Kurdistanê, ne dirustkirina hêzeke leşkerî.

Nêçîrvan Barzanî got: “Herêma Kurdistanê wisa hizir dikir ku eger her êrîş û gefek bê ser Herêma Kurdistanê, Arteşa Iraqê dê bergiriyê lê bike û hikûmeta federal ji parastina welçat bi giştî berpisiyar e, lê li gel êrîş û gefên terorîstên DAIŞ, mixabin, hemû rewş û hvsengî hatin guhertin, ji ber hindê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzeke xurt, organîzekirî û profesyonal a pêşmerge ava bike.”

Barzanî herwiha da xuyakirin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li projeyên şareza û pisporên leşkerî yên Amerîka, Brîtanya û Alamnyayê dike û di civîneke civata wezîran de dê vê projeyê bike mijara gotûbêjan, daku paşî bê pesendkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, piştî ku ew proje li Civata Wezîran hat pesendkirin, dê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê were şandin daku fermana pêwîst li ser bide.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button