Break newsHevpeyvînslide

Fesla Yûsiv ji Yekîtî Media re: kiryarên PYD viyana me naşkînin, lê baweriya me bi doza me ya netewî û xebata di ber de xurtir dike

Yekîtî Media – Hesekê

27/4/2016

Di hevpeyvîneke taybet de ji malpera Yekîtî Media re li gel berêz Fesla Yûsiv serkirdeya partiya Yekîtîya dîmoqratî Kurd li Sûriya û serkirdeya ENKS li ser van xalan ji me re weha axivî:

Derbarî danûstandinên Cinêvê û giringiya wan ji nûçegihanê me re got, li gor nirxandina me ji danûstandinên Cinêvê re, ta niha ew danûstandin ne cidî ne, û hemû rêkeftinên hatin imzekirin derbarî rewşa mirovî ta niha li ser xakê nehatine cîbicîkirin, ta rêkeftina agirbestê di navbera herdû aliyan de Rêjîm û Rikberî tê binpêkirin , û nemaze ji hêla Rêjîma Sûriyê ve, berovajî van rêkeftinan em dibînin ku şer û pevçûn li ser xakê gurtir dibe, her roj bi sedan mûşek û bermîlên teqîner li bajarê Helebê dikevin, Yûsiv got di nerîna min de danûstandinên Cinêvê ketin xizmeta Rêjîma Sûrî, û temenê wî dirêj kirin, herweha Rêjîmê gelek dever ji ciyoxrafya Sûriyê cardî desteser kirin, û roj bi roj miletê Sûrî bêhêvî dibe, û ev rewşa niha gunehê civaka navnetewî ye û dewletên mezin û bi taybet Amrîka û Rûsya jiber ku ew ne cedî bûn di çareserkirina qeyrana Sûriyê de.

Derbarî pevçûnên ku li bajarê Qamişlo rûdan, di navbera asayişa girêdayî PYD û Rêjîma Sûrî Yûsiv got, gelek pevçûnên ji vî rengî li Hesekê jî çêbûn, û sedemên van pevçûnan ji me re nediyar e, herweha em nizanin bê çi ecnde li dûv wan hene û çawa tên rawestandin, lê tenê miletê me baca van pevçûnan giranbuha datîne, û tu encamên van pevçûnan yên bi sûd tune ne, tenê şehîd û birîndar ketin û milet ji malên xwe koçberbûn û ziayanên abûrî çêbûn, herweha Yûsiv berdewam kir ku tenê ez dixwazim ji dijmin re bibêjim ku Qamişlo xeta sor e, û ew paytexta Kurdistana Sûriyê ye, û Rêjîm nema dikare dawiyê li doza kurdî bîne, îro pêşmergên me yên leheng li ser sînor di amadebaşiyê de ne, û ger pêwîst be ew derbas bibin da ku bergîriyê di ber Kurdistana Sûriyê û miletê kurd de bikin, wekû niha berevaniyê di ber Kurdistana Îraqê de dikin, cardî em tekez dikin ku aliyek bi tenê nikare berevaniyê di ber bajarên kurdî de û miletê kurd de bike, û divê ku yekrêziya kurdî di vê qonaxa hestiyar de pêkbê wek giringiyek istratîjî.

Li ser hilmeta alîgirên PYD li dijî serokê Kurdistanê Masûd Barzanî û serkirdeyên ENKS Fesla Yûsiv axivî û got, ev cihê mixabiniyê ku navkokî di navbera kurdên Sûriyê bighêje vê astê, ez van êrîşên PYD û propogandên wê li cadeyên bajarên kurdî dijî serok Barzanî û serkirdeyên ENKS bi tundî şermezar dikim, PYD navendên ENKS dişewitîne û nivîsgehên partiyên ENKS digre, lê divê em bi zanebûn û dûrî karvedanan reftarê li gel van kiryaran di vê qonaxa hestiyar de bikin, jiber ku îro ENKS radihêje pirsa netewî û pêşengiya xebata netewî dike .

Herweha Fesla Yûsiv got, ku ev kiryar dûrî sincên kurdayetiyê ne, û dûrî hestên netewî ne, û ev kar nakevin xizmeta miletê kurd û doza netewî lê ew dikevin xizmeta dijminê miletê kurd de, û got ku ev yek nabe şêweyek ji şêweyên azadiya derbirînê wekû hinek serkirdeyên PYD şirove dikin, lê ev kar gelacî ye û afirandina navkokiyan di nav civakê de derdixe, û divê ku em negihêjin vê astê ji şerê ragihandinî yê kurdî kurdî, û em hişyar bin ji van kiryarên xerab re, Yûsiv herweha got ku ev kiryar serhildana miletê kurd sala 2004 an tîne bîra min çaxa ku alîgirên Rêjîmê wêneyên serkirdeyên kurd bilindkirin û ew bi xiyanetê wesif kirin.

Di dawiya hevpeyvînê de, Fesla Yûsiv tekez kir ku ev kiryarên PYD nikarin viyana me û baweriya me bi rewabûna doza me ya netewî lawaz bikin, lê baweriya me û girêdana me bi doza miletê me û xebata di ber de xurtir dibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button