Break newsNûçeslide

Riyad Sêf: Barzanî her dem piştevaniya gelê Sûriyê kiriye

Yekîtî Media 2/8/2017

Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ragihand, her dem Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştevaniya xelkê Sûriyê kiriye û di demeke nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê dikin.

Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Riyad Sêf ragihand, wek Îtîlafê di bernema me de ye ku serdana Herêma Kurdistanê û birêz Serok Barzanî bikin û divê bû ku wî zûtir ev serdanê kiriba.

Serokê Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê amaje bi wê da, “Di çarçova serdana min ji Hewlêrê re ligel Serokê Herêma Kurdistanê dicivin û çend dosyên girîng hene ligel Birêz Barzanî guftûgo dikin.”

Riyaz Sêf aşkere kir jî, ku pirsên pêwendiyên dahatû ya di navbera Kurd û Ereb, çareserkirina pirsgirên Sûriyê û rewşa ewlehiya navçê, di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê de guftûgo dike. Ji ber ku ew dibîne ku Serok Barzanî kesayetiya girîng a navçê ye û helwesta wî jî girîng e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button