Break newsNûçeslide

Demîrtaş kuştina mamoste Necmeddîn Yilmaz ji aliyê PKK ve şermezar kir

Yekîtî Media 22/7/2017

Hat ragihandin ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selaheddîn Demîrtaş ku niha di girtîgeha Edîrne de girtî ye kuştina mamoste Necmeddîn şermezar kir.

Li gor medyaya Tirkiyê Hevserokê HDPê Selaheddîn Demîrtaş kuştina mamoste Necmeddîn Yilmaz ji aliyê PKKê ve şermezar kir.

Selaheddîn Demîrtaş di peyama xwe de got, “Ez kuştina mamoste Necmeddîn şermezar dikim. Ez bê dudilî qetilkirina mamoste Necmeddîn şermezar dikim û nahletê lê tînim. Ti sedemeke rewa û exlaqî ya vê hovaniyê nîne. Ji wî re rehmeta Xwedê, ji hezkiriyên wî re jî sebrê dixwazim. Ez dixwazim bibêjim em bêdengiyê li hemberî vê qetilkirinê ti caran qebûl nakin” .

Tê zanîn ku mamoste Necmeddîn Yilmaz li navçeya Pulumur a Dersîmê piştî ku hatibû revandin, termê wî li ber çemekî kuştî hatibû dîtin û li raya giştî ya Tirkiyê bûbû sedema karvedaneke mezin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button