Break newsNûçeslide

Nazim Debax: Her Kurdek ne ligel referandûma serxwebûnê be xayîn e

Yekîtî Media 17/7/2017

Piştî ku ajansa “AFP” daxuyaniyeke Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax belav kir û li ser zarê nivîsiye, “Referandûm bo xistina fişarê li ser Bexdayê ye” Nazim Debax di daxuyaniyekê de dibêje: “Min ew gotin nekiriye û axaftina min bi berûvajî wergerandine. Her Kurdek ne ligel referandûma serxwebûnê be, bi xayîn binav dikim.”

Di daxuyaniya de Nazim Debax de hatiye: “Mixabin bi berûvajî rastiya axaftina min hatiye wergerandin, ku referandûm proseyeke tektîkî ye. Ez li vir dubare dikim û di hevdîtinê de jî min wiha gotiye ku referandûm kartek e, bi wateya ku riyek e bo bidestxistina mafên gelê Kurd di Iraqê de û dibêjim her Kurdekî dilsoz piştevaniya proseya referandûmê û bidestxistina serxwebûnê nebe bi xayîn binav dikim. Ligel wê yekê ku nêrînên cuda bo encamdana wê proseyê hene.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button