Break newsNûçeslide

Asayişa PYD cihê rojnamevan Berzan Liyanî eşkerekir

Yekîtî Media 16/7/2017

Asayişa PYD piştî 2 mehan ji binçavkirina rojnamevan Berzan Hisên (Liyanî)  nûçegihanê programa ARK, rê dan malbata wî ku serdana wî bikin.

Hisên Hac Remo bavê Berzan ji Yekîtî Media re ragihand , ku ewan îro yekşemê serdana kurê xwe li zindaneke asayişê kirin ku li devera Navkir li rojhilatî Qamişlo dikeve, herweha got ku Berzan 21 roj di zindaneke tekatî li bajarê Dêrikê buhurand dûvre hate veguhestin ji bo zindanekê li devera Navkirê, derbarî rewşa Berzan ya tenduristî eşkerekir ku rewşa wî xirabe û gelek li xwe kêm kiriye.

Tê zanîn ku Berzan Hisên nûçegihanê programa ARKê bû di kenala Zagros ya asmanî de, roja 13/5/2017 li Rimêlan ji rex asayişa PYD ve hat revandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button