Break newsNûçeslide

Goran û Komela Îslamî: Divê referandûm were paşxistin

Yekîtî Media 11/7/2017

Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re, helwest û nêrîna xwe ya derbarê referandûm û hilbijartinên Herêma Kurdistanê, bi 6 xalan ragihandin.

Îro Sêşemê 11/07/2017 şanda Komela Îslamî ya Kurdistan û Tevgera Goran li ofîsa serokatiya Goran a li Silêmaniyê civiyan.

Herdu aliyan piştî civînê helwesta xwe ya derbarê referandûm û hilbijartinan de bi 6 xalan eşkere kirin:

  1. Mafê serxwebûna gelê Kurdistanê mafêkî xwezayî û rewa ye.
  2. Referandûm bibe pêngaveke ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê bi tevê navçeyên Kurdistanê yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê. Lê têbîniyên me yên cidî li ser rêkarî, mekanîzma û amadekariyên niha tên kirin, hene.
  3. Pêwîste rewşa jiyana hemwelatiyan were başkirin û û sîstima paşketina meaşan bi temamî were hilweşandin.
  4. Pêwîste sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê, beriya hemûyan jî Parlamentoya Kurdistanê, bêyî ti mercekî were aktîvkirin, karên xwe bêyî astengî bimeşîne.
  5. Hilbijartinên giştî di dema xwe de werin kirin û referandûm ji bo qonaxa piştî hilbijartinan were taloqkirin. An jî hilbijartin û referandêm di heman demê de werin kirin.
  6. Pêkanîna aştiya navxwe û yekdengiya nîştîmanî ya li ser mijarên çarenivîsaz ên nîştîmanî, bi rêya şêwir û guftûgoya navbera hêzên sereke yên Herêma Kurdistanê were kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button