Break newsNûçeslide

Li gundewarên Efrîn û Kobanê asayişa serbazî ya PYD ciwanan binçav dike

Yekîtî Media 8/7/2017

Jêderekî navxwe ji Efrînê ji Yekîtî Media re ragihand ku asayişa serbazî ya PYD êrîşî gundê Erebo Aşagî yê girêdayî nahya Mabetlê li gundewarê Efrînê kir, û ciwan binçavkirin û ew berve navendên ewlehî ajotin.

Heman jêderî tekezkir ku bi dehan ciwan reviyan nav çiya û geliyan û şeva xwe li çolê derbaskirin.

Herweha li gundewarê Kobanê asayişa serbazî ya PYD êrîşî bazara înê li gundê Xanikê kir ki 35 km dikeve başûrê rojhilatê Kobanê û bi dehan ciwan binçavkirin.

Jêderekî ji gundê Xanikê tekezkir ku asayişa serbazî ya PYD bi bêtirî 10 turmpêlan êrîşî bazarê kirin û zêdetirî 20 ciwanî binçavkirin û ajotin serbazgehên leşkeriya bizorê ya PYD.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button