Break newsNûçeslide

Rûsya Hêzên xwe ji Efrînê vedikişîne

Yekîtî Media 29/6/2017

Piraniya leşkerên Rûsî ji bingeha Kefer Cenê ya li Efrînê vekişiyan bajarê Helebê.

Hin ajnasên nêzîkî opozîsyona Sûriyê belav kirine, ku karwaneke leşkerên Rûsî ji bingeha Kefer Cenê ya li rojhlatê Efrînê vekişiya bajarê Helebê û tenê hejmareke biçûk ji leşkerên Rûsî li wî bingehê mane.

Vekişandina leşkerên Rûsî di demekê de ye, medyayên Tirkiyê ragihandine ku Tirkiyê amadekariya destpêkirina operasyonekê li bakurê Helebê dike.

Di heman demê grûpên îslamî yên li bajarê Ezazê ji berî cejna Remezanê ve berdewam bingehên YPGê li Efrînê bombebaran dikin.

Ji meha Adara borî ve Rûsyê bingeheke xwe li Kefer Cena Efrînê avakiribû.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button