Break newsNûçeslide

YPG ziyanên êrîşa Tirkiyê ragihand

Yekîtî Media 25/4/2017

Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku bi ser PYDê ve ne Rêdûr Xelîl ragihand, di êrîşa îro ya firokeyên Tirkiyê de, li çiyayê Qereçox 20 şervan şehîd bûne.

Berdevkê fermî yê YPG di daxuyaniyekê de ragihand, xala navendî ya YPGê li çiyayê Qareçox ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hate bombebarankirin û navendên wan hatin rûxandin.

Berdevkê YPG ragihand, di encama bombebarana Tirkiyê de 20 şervan şehîd bûne û 18 şervanên din birîndar in, ji nava wan birînên 3 şervanan giran in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button