Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Frakisyonên Kurdî ji hola rûniştina parlementoya Iraqê vekişiyan

Yekîtî Media 1/4/2017

Parlementoya Iraqê di rûniştina îro 1 Nîsana 2017an de biryar da, tenê ala Iraqê li Kerkûkê bê bilindkirin û Ala Kurdistanê daxînin.

Di civîna îro ya Parlementoya Iraqê de pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên fermî yên Kerkûkê hate guftûgokirin û berî ew pirs bikeve ber dengdanê û ji ber wê yekê parlementerên Kurd nerazîbûn nîşan da, di encamê de Fraksyonên Kurdî ji hola rûniştina parlementoyê vekişiyan.

Parlementoya Iraqê projeyebiryara Tirkmenan bo daxistina Ala Kurdistanê li Kerkûkê pesend kir û biryar da, tenê ala Iraqê li Kerkûkê bê bilindkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button