Break newsNûçeslide

11 partiyên tirkmenî piştgirî dan serxwebûna Kurdistanê

Yekîtî Media 10/4/2017

11 partiyên siyasî yên trikmenî piştî civîna bi şanda hevbeş a PDKê û YNKê re piştgiriya xwe ji bo referandoma serxwebûna Kurdistanê û vegeriyana Kerkûkê bo ser xaka Herêma Kurdistanê aşkere kirin.

Şanda hevbeş a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro duşemê 10ê Nîsana 2017ê li Hewlêrê bi armanca gotûbêjkirina mijara referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi nûnerên 11 partiyên tirkmen re civiyan.

Piştî bidawîhatina civînê, konfranseke rojnamevanî ya hevbeş hat lidarxistin.

Di vê konfransa rojnamevanî de, Endamê Polîtboruya YNKê Ednan Muftî li ser navê şanda hevbeş a YNKê û PDKê axivî û civîna îro ya bi 11 partiyên tirkmenî re bi erênî bi nav kir.

Ednan Muftî got, hewlên ji bo lidarxistina referandoma Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û tekez kir, ku komîteyek hevbeş ji bo referandomê tê avakirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button