Break newsRaportslide

Bi dehan şand pîrozbahî bi serbest berdana serkirdeyê partiya Yekîtî Ebdela Gedo pêşkêşkirin

Yekîtî Media 11/2/2017

Partiya Yekîtî ya Kurd li baregeha xwe li bajarê Qamişlo, di rojên buhurî de, şandên partiyên siyasî û yên rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jin û ciwanan û dezgehên rewşenbîrî û civakî û kesyatiyên niştimanperwer yên Ereb û Kurd pêşwazkirin, ku pîrozbahî bi serbest berdana endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd Ebdela Gedo ji zindanên PYDê pêşkêş dikirn.

Tê zanîn ku Ebdela Gedo û nûçegihanê malpera Yekîtî Media Alan Ehmed û hin sekrideyên PDK-S ligel 30 siyasetmedarî di merasîmên cenazeya şehîdê pêşmerge Hebîb Qedrî, roja 15ê tebaxa 2016an, hatin binçavkirin û tometa derketina xwepêşandanê bê rêdan ji wan re hat arastkirin.

a b c d e f g h i j k

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button